Pêjgeha Azerbaycanê
Pêjgeha Azerbaycanê (bi azerî: Azərbaycan milli mətbəxi) yek ji pêjgehên dewlemend ên cîhanê ye. Gava mirov behsa pêjgeha welatekê bike, herwiha teknîkên çêkirina xwarinan, dîrok, dab û nêrîtên destexaneyê (sifre) jî dike. Xwarin-vexwarinên azeriyan bi yên gelên devedorên xwe re hevpar in, lê hin ji wan xwerû li Azerbaycanê deng vedane.
Pirraniya xwarinên azeriyan di qada navneteweyî de wekî yên romiyan (tirkan) tên zanîn. Di viya de rola Împeratoriya Osmanî û çûyîna romiyan bo Ewropayê mezin e. Dema tirk li Ewropayê bicih dibin, tevahiya xwarinên gelên herêmê jî li ser wan tên hejmartin. Bo minak lehmecûn xwarineke ereban e, lê li Ewropayê wekî "pîzaya tirk" tê binavkirin.
Xwarinên ji hevîrê, kufte, kilor, kebab, hêyavk, xwarinên sîr û mastê, selete û kulîçeyên rengîn pêjgeha azerî dixemilînin. Ji ber ku ferhengeke têkûz a kurdî-azerî nehatiye weşandin, dijwar e mirov bizanibe kîjan xwarinê re azerî yan kurd çi dibêjin. Lê gelek xwarin hevpar in.
Hin ji xwarinên pêjgeha azerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Göyəm turşusu
- Şorqoğalı
- Bîşî (kate)
- Heftqelî
- Kesmaşî
- Pitî
- Şəki gürzəsi
- Qisir
- Rişte
- Feyxoa kompotu
- Xavît
- Düşbərə
- Çilav
- Lehmecûn
- Manna sıyığı
- Ballıbadı
- Fesalî
- Dəvə qutabı
Girêdan (îngilîzî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- AZ Cookbook: Food from Azerbaijan and Beyond
- Comparison of Cuisine between North and South Azerbaijan Girêdana arşîvê 2012-10-30 li ser Wayback Machine, Azerbaijan International, Autumn 2000, pp. 24–27.
- Proverbs about Food in Azerbaijan, Azerbaijan International, Autumn 2000, pp. 36–37.
- Food! Glorious Food!, Special issue of Azerbaijan International, Autumn 2000.
- Azerbaijani dishes: photographs and descriptions
- Azerbaijani cuisine: descriptions of dishes by category on advantour.com
- Cuisine of Azerbaijan based on the book Azerbaijani Cooking Girêdana arşîvê 2009-02-16 li ser Wayback Machine published in Baku
- Selected recipes from Azerbaijani cuisine
- Azerbaijani Food Girêdana arşîvê 2015-05-21 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |