Mîndaugas
Mîndaguas (1203 - 12'ê Rezbera 1263) mîrê yekemîn ku tê zanîn yê Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya ye. Di 1235'a de serwerî bi dest xist û di 1251'ê de mîna Keyê Lîtvanya hat bi tackirin. Ew bi gelemperî mîna damezrînerê Lîtvanya û yekemîn serwerê yekîtiya Baltikan tê nasîn. Di navbera 1250 û 1251 de mîna bawerekî Katolîkên Romayê hat vaftîzkirin û bi saya vê yekê têkiliyek bi Mîrê Lîvonyayê re bi dest xist û di 29'ê hezîranê an jî 6'ê tîrmehê, 1253, taca Keyîtiya Lîtvanya da serê xwe. Di dema dewleta Lîtvanya de Mîndaugas vegeriya bawerî ya xwe ya berê kû mîna Paganîzm tê binavkirin. Ji ber vê yekê demeke dirêj navbera dewleta Lîtvanya û Şovalyeyên Tîtonî xera bû.
Keyîtiya Lîtvanya
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî damezrandina Keyîtiya Lîtvanya Mîndaugas û xanima wî Morta di havîna 1253'êyê de hatin bi tackirin. 6'ê Tîrmehê di roja me de mîna Roja Dewletbûnê (Lîtvanî: Valstybės diena); tê pîrozkirin ji aliyê Lîtvaniyan ve. Lê birastî roja teqez nayê zanîn. Cihê taclixwekirinê jî nayê zanîn. Bi vaftîzbûna Mîndaugas hat zanîn ku gel ji bo ola Xirîstiyanî ne amade bûn û bandora vê li ser pêşdeçûnê ve çêbû. Mîndaugas piştî taclixwekirinê di derbekê de hin welatên rojava (Samogitia, Nadruva,û Dainava) bi serweriya Mîrê Lîvonya re parvekir. Ev bûyer di van salên dawî de gelekî tê nîqaşkirin û tê gotin ku Mîndaugas beşeke mezin a welat kiriye bin destê mîran de. Lê her çawa jî be 8 salan rewşeke aştiyê hate peydekirin. Di dema Mîndaugas de têkiliyên Lîtvaniyan bi gelên Ewropiyên Rojava û Vatîkanê re xurt bûn. Di sala 1255'a de Mîndaugas ji Papa Aleksandirê 4emîn bo kurê xwe destûr stend ku taca Keyîtiya Lîtvanya bidê serê wî. Dezgeheke birêkûpêk, birêveberiyeke resen û têkiliyên dîplomatîk hatin geşkirin.
SECEREYA MÎNDAUGAS
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kalik/Bavik | Zarok | Kesên hatine Zewicîn | Nevî | ||||||
Keç/Dot | |||||||||
Zewicî: Daniel, Keyê Halych-Volhynia | |||||||||
Dausprungas | Navê Nayêzanîn | Tautvilas | |||||||
Tenê qalkirin:Sala 1219 | Xwîşka Vykintas | Mirin: 1263 | |||||||
Gedvydas | |||||||||
Mirin: 1253 | |||||||||
Vaišvilkas | |||||||||
Navê Nayêzanîn (Jina Yekemîn) | Mîrê Mezin ê Lîtvanya: 1264–1267 | ||||||||
Keç/Dot | |||||||||
zewicî: Shvarn, Keyê Galîsya | |||||||||
Replys | |||||||||
Tenê Qalkirin: sala 1261 | |||||||||
Gerstukas | |||||||||
Bavê Mîndaugas | Mîndaugas | Morta (Jina Duyemîn) | Tenê Qalkirin:sala 1261 | ||||||
Ryngold ê Efsanewî | Mîrê Mezin/Keyê Lîtvanya: 1236–1263 | Xanima Vismantas; Mirin: 1262 | |||||||
Ruklys | |||||||||
Mirin: 1263 | |||||||||
Rupeikis | |||||||||
Mirin: 1263 | |||||||||
Navê Nayêzanîn (Jina Sêyemîn) | |||||||||
Xanima Daumantas, Xwîşka Morta | |||||||||
Keç/Dot | Navê Nayêzanîn | Lengvenîs | |||||||
Mîrê Nalšia | Mirin: piştî 1260 | ||||||||
Keç/Dot | Vykintas anjî Erdvilas | Treniota | |||||||
Mîrê Samogitia | Mîrê Mezin ê Lîtvanya: 1263–1264 | ||||||||
Çavkaniya sereke: Kiaupa, Zigmantas; Jūratė Kiaupienė, Albinas Kunevičius (2000) [1995]. The History of Lithuania Before 1795 (Çapa inglîzî). Vilnius: Lithuanian Institute of History. r. 67. ISBN 9986-810-13-2. {{cite book}} : CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
|
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |