Emily Blunt
Emily Blunt | |
---|---|
Navê rastî | Emily Olivia L. Blunt |
Jidayikbûn | 23ê sibata 1983an (41 salî) |
Esil | Brîtanî |
Pîşe | Lîstikvan, Şanoger |
Salên çalak | 2003-niha |
Hevjîn | John Krasinski (zw. 2010) |
Zarok | 2 |
biguhêre |
Emily Olivia L. Blunt, (jdb. 23ê sibata 1983an) lîstikvana û şanogera Brîtanî ya xelatgirtî ya Xelata Kûreya Zêrîn ye. Ew bi fîlmên My Summer of Love û The Devil Wears Prada hate nas kirin.
Wê xelata Lîstikvana Piştevaniyê ya di kategoriya fîlmên TVyê de bi Xelata Kûreya Zêrîn a 2007an bi fîlma Gideon's Daughter ya televîzyona BBCyê wergirt û di kategoriya Sînemayê de ji bo The Devil Wears Prada ji bo Xelata Lîstikvana Piştevaniya Jin bû namzet.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Blunt li bajarê Wandswort a Londonê ji dayik bû. Ew ji çar zarokan duyem a lîstikvan û mamosteyê berê ji joanna û barrister Oliver Blunt, QC ji dayik bûye. Birayên wê Felicity, Sebastian û Susannah in. Bapîrê wê general Peter Blunt bû, yek ji mamê wê yê bavk jî Crispin Blunt e ku parlamenterê bajaroka Reigate ye.[1][2][3][4]
Ji heft salî heta 14 salî, Blunt di tengasiyên hişkkirinê de bû.[1] Ew bi mamosteyê dibistanê te distirê, ji ber ku alîkariya wê dikir ku ew wê bi riya lîstikvaniyê wê dida axaftin.[2] Wê li ser desteya rêveber a Enstîtuya Tengasiya Hişkkirinê erk hilda.[3] Blunt li Roehamptona başûrê rojavayê Londonê diçû dibistana Ibstock Place. Di 16 saliya xwe de çû Hurtwood House ya nêzîkî Dorking, Surrey, koleja şeşem a taybet ku bi programa xwe ya hunerên performansê tê nasîn. Li wir ji aliyê ajanekî ve hat kifşkirin û kariyer wê yê lîstikvaniyê destpêkir.[4]
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2001an de di lîstika şanoyê ya The Royal Family de derket ser dikê. Ev lîstik bû destpêka karîyera wî ya şanoyê. Di vê lîstika şanoyê de bi Judi Denc re derdiketa ser dikê.
Di sala 2003 an de di fîlma Boudica ya televîzyonê de bi navê rola Isolda lîst. Di rêzefilma BBC Henry VIII de bi navê rola Catherine Howard lîst. Catherine Howard yek ji Qralîçeyên Brîtanyayê ya sedsala 16an e. Di rêzefîlma Foyle's War, Poirot de wekî lîstikvana mêvan cih girt.
Destpêka karîyera wê ya fîlma, fîlma My Summer of Love ya sala 2004an bû. Di sala 2005an de di filmê BBC TV yê Gideon's Daughter de rol hilda û xelata 64emîn a Xelata Kûreya Zêrîn de xelata herî baştirîn a lîstikvana piştevaniyê bi dest xist.
Di sala 2006an de bi Meryl Streep û Anne Hathaway re di The Devil Wears Prada de derket ser dikê. Ji bo vî fîlmê ji bo BAFTA û Xelata Kûreya Zêrîn namzet hate nîşandan.
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlmên wê | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | Nîşe |
2003 | Boudica | Isolda | |
2004 | My Summer of Love | Tamsin | |
2005 | The Strange Case of Sherlock Holmes & Arthur Conan Doyle | Jean Leckie | |
Gideon's Daughter | Natasha | Fîlma televîzyonê | |
2006 | Irresistible | Mara | |
The Devil Wears Prada | Emily Charlton | ||
2007 | Wind Chill | Girl | |
The Jane Austen Book Club | Prudie Drummond | ||
Dan in Real Life | Ruthie Draper | ||
Charlie Wilson's War | Jane Liddle | ||
2009 | Sunshine Cleaning | Norah Lorkowski | |
The Great Buck Howard | Valerie Brennan | ||
The Young Victoria | Queen Victoria | ||
Curiosity | Emma | Kurtefîlm | |
Wild Target | Rose | ||
2010 | The Wolfman | Gwen Conliffe | |
Gulliver's Travels | Princess Glory | ||
The Adjustment Bureau | Elise Sellas | Çêkirin | |
The Girl | TBA | ||
Gnomeo and Juliet | Juliet (voice) | Çêkirin | |
2012 | Looper | Sara | |
2014 | Yarının Sınırında | Rita Vrataski | |
2016 | The Girl on the Train | Rachel |
Televîzyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlmên televîzyonê | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | Nîşe |
2003 | Henry VIII | Catherine Howard | |
Foyle's War | Lucy Markham | Beşa "War Games" | |
2004 | Poirot | Linnet Ridgeway-Doyle | Beşa "Death on the Nile" |
2005 | Empire | Camane | Seriya kurt |
2009 | The Simpsons | Juliet (voice) | Beşa "Lisa the Drama Queen" |
Şano
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şano | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | Nîşe |
2000 | Bliss | Maddy | Edinburgh Festival |
The Royal Family | Gwen | West End Theatre | |
2002 | Romeo and Juliet | Juliet | Chichester Festival Theatre |
Vincent in Brixton | Eugenie Loyer | RNT |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Day, Elizabeth (20 hezîran 2009). "Elizabeth Day meets young British actress Emily Blunt". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
- ^ a b Stein, Ruthe (28 îlon 2007). "Blunt moves from the runway to the royal family". SFGATE (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
- ^ a b "Felicity Blunt, Felicity Blunt Marry". PEOPLE.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.
- ^ a b Taylor, Ella (27 sibat 2009). "Down to Earth, Even When Off the Wall (Published 2009)". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.