Here naverokê

Azeriyên Îranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azeriyên Îranê
Gelhe tevahî
13 milyon[1] (2017)
Ziman
Zimanê dayîkê azerî, zimanên din
farisî, gîlakî
Baweriya dînî
Îslam (Şiîtî)
Têkildarên komên etnîkî
Ariyan
(kurd, peştûn, pars)

Azeriyên Îranê (bi farisî:  ایرانیان آذربایجان), komek îranî ye ku zimanê xwe yê azerî jibîr kirin e û bi devoka tirkiya oxuzî diaxivin. Nêzîkî du qat zêdetir azerî li Îranê dijîn. Hikûmeta Îranê behsa navbera 10-15 milyon azeriyên li Îranê dike ku li gorî neteweperestên Azerbaycanê jî hejmar digehe 23 milyon kesî. Li gorî World Fact Book 2018, ew 14% (dora 12 milyon) nifûsa Îranê ye.[2] Azeriyên Îranê bi taybetî eslê xwe îranî ne.[3]

Nêzîkî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem, leşkerên Rûs û Brîtanya bi ve rêzê bakur û başûrê Îranê dagir kirin.[4] Bi serweriya Rûsyayê di sala 1945an de li seranserê herêma niştecihbûna Azeriyên Îranê belav bibû Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê hat avakirin .[5] piştî salek şûnde piştî vekişîna Rûs û Brîtaniyan ev rêveberiya xweser ji aliyê îranê ve hate hilweşandin.[6]

Azeriyan di sala 1979 de piştgirî da Şoreşa Îslamî ji ber ku wan hêvî dikir ku ev şoreş wan ji şovenîzma farisî ya xanedana Pehlewî rizgar bike. Lê belê Komara Îslamî nasyonalîzma farisî parastiye, loma jî pabendbûna azeriyan bi sîstema siyasî re kêm dibe. Lê belê wek serdema Pehlewî hestên xwe yên biçûkxistinê nabînin. Azerî li Îranê dikarin li gorî pirraniya Farisan bi pêş bikevin. Di nava hêzên çekdar ên Îranê de roleke girîng dilîzin û beşeke mezin ji bazara Tehranê di destên wan de ne. Rêberê olî yê Îranê Elî Xaminêyî jî ji aliyê bavê xwe ve bi eslê xwe azerî ye. Rûniştevanên Komara Azerbaycanê xwe pêşvetir û kêm olî dibînin û ji ber vê yekê ji Azeriyên Îranê bi guman in. Ji bo serkirdayetiya Îranê, hebûna Komara Azerbaycanê ya serbixwe pirsgirêkek e, ji ber ku ew dikare ji ber çavkaniyên wê yên madenê li gorî nifûsa hindik, standardek jiyanê ji Îranê zêdetir pêşkêşî niştecihên xwe bike. Bi vî awayî, metirsî heye ku nerazîbûna Azerî li aliyê Îranê bibe pêkhateyeke etnîkî, ku ev yek jî li ser têkiliyên Azerbaycan-Îranê teng dibe.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Azeris". Minority Rights Group (bi îngilîziya brîtanî). 19 hezîran 2015. Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  2. ^ World Fact Book, Sal 2018, gelên Îranê. Li Îranê 49 milyon fars, 12 Milyon azerî, 8 milyon kurd, 4-5 milyon lur, 3 milyon mazandaran û 7 milyon kesên din.
  3. ^ Arakelova, Victoria (2015). "On the Number of Iranian Turkophones". Iran & the Caucasus. 19 (3): 279–282. ISSN 1609-8498.
  4. ^ Ideology and power in the Middle East : studies in honor of George Lenczowski. Internet Archive. Durham : Duke University Press. 1988. ISBN 978-0-8223-0781-5.{{cite book}}: CS1 maint: others (lînk)
  5. ^ Douglas, William O. (1951). Strange Lands & Friendly People. Harper. p. 45. ISBN 978-1-199-63980-6.
  6. ^ Ervand Abrahamian. Iran between Two Revolutions, Princeton, 1982, pp. 217-218