Here naverokê

Şêrko

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêrko
Image dans Infobox.
Şêrko (li jorê) û hatina Amalrîk (li jêrê)
Wezîra Xîlafeta Fatimî (en)
Shawar (en)
Jidayikbûn
Ayrarat (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Navê rastî
أسد الدين شيركوه بن شاذيLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê fermî
Assad al-Dīn ShirkūhLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Seroka/ê leşkerî, siyasetmedarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malbat
Bav
Xwişk û bira
Zarok
Muhammad ibn Shirkuh (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Selahedînê Eyûbî (kurê bira)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
Crusader invasions of Egypt (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Esededîn Şêrkoyê kurê Şadî (bi farisî: Şîrkûh:, navê wî bi erebî: Asad ad-Dīn Shīrkūh bin Shādhī) generalekî misilmanî ku bi eslê xwe Kurd bû. Ew apê Selahedînê Eyûbî bû. Ew di sala 1169an de mir.

Ew li gundê Ecdankê (Ecdankanê) nêzî bajarê Diwînê li Ermenistanê hatî bû dinê. Ew lawê Şadî, birayê Necmedîn Eyûb, yek ji bavikên xanedana Eyûbiyan bû. Ew ji malbata Şedadiyan bû. Ji pê şedadiyan di 1130î de hilwaşiya re, Şadî çû Bexdayê, ji pê re jî Tikrîtê. Şêrko ji pê bavê xwe mir re pêşangiya xanedanê û kargeriya Tikrît dewam kir. Dema ku Şêrko xiristiyanek li Tikrîtê di 1138an de kuşt, Şêrko û birayên xwe hatin sirgûn kirin. Ew ketine artêşa Zengî û pê Nûredîn Zengî mir re ew li Mûsilê bû paşwera wî.

Sefera Misrê ya yekem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1163an de Siltan Nûredîn ew şandine ser Misira fatimî. Di wê seferê de Selahedîn jî bi Şêrko re çû Misirê. Li wir wî lihevnehatineke navbera Şawer û Zirxem (Dhirgham) de wî hêla Şawer girt û Zirxem hat kuştin. Lê ji pê Şawer anî wezîriyê re navbera wan de gengaşî der ket û Şawer hembera Şêrko bi Amalrîkê yekem ê Orşelîmê (Amalric I) re hevalbendî kir. Amalrîk Şêrko di 1164an de li Bilbeysê bin xist. Berambera wê Nûredîn êrîşî dewletên Xaçiyan kir û heman heman Entakyayê dagir kir.

Sefera Misrê ya duyem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêrko di 1167an de şûn da derkete sefereke ser Misirê. Şawer dîsa bi Amalrîk re hevalbendî kir. Amalrîk Şêrko li Îskenderiyê bin xist. Lê wê demê de Amalrîk bi Împaratoriya Bîzans re hevlabendî ji bo dagir kirina Misirê bi tunî kir. Vê carê jî Şawer alîkarî jî Şêrko xwest. Lê ew vegeriye Şamê.

Sefera Misrê ya sêyêm

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kanûna paşîn a 1169an de Şêrko kete Qehîreyê û Şawer dar xist. Şêrko xwe li wir wek wezîrî fatimiyan da zanîn. Lê du mehan din mir.

Kênge ew mir Selahedînê Eyûbî, yê ku di seferên Misir de bi Şêrko re bû, di wezìriyê de bû paşwerê wî. Ji pê Misir û Sûrî yek hev kir re wî paşweriya Nûredîn re jî kir û xaçperest ji Xakên pîroz derxistin.

Dibêjin ku, Şîrkûh tê maneya şêrê çiyayî, anku Şêrko.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Mihemed Emîn Zekî. Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol.
  • Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)