Famîleya gezika derewîn
Xuyakirin
Famîleya gezika derewîn (famîleya lamiyasiyan, Lamiaceae) famîleyeke riwekan e. Pirraniya celeb û cureyên vê malbatê bibêhn in. Salane yan pirrsalane ne, hin ji wan li deviyan digihên. 36 celeb, nêzîkî 190 cureyên vê malbatê hene.
Pelên wan rûbirû, kulîlkên wan duperikî, qemçikên wan pirranî çargoşekî ne. Di pelên wan de avzê hene, runekê bêhndar dide der. Pûjan (herwiha nane, tihtavik, pûng jî), berzeling (Lavandula angustifolia) ûêd ji vê famîleyê ne.
Ji ber ku pelên wan rûnê aromatîk dide der, di dermanfiroşî, endustriya parfumeriyê de gelek sûd jê tê wergirtin. Wekî biharbêhn tên bikaranîn, hin cureyên wê baxçeyan dixemilînin.
Cureyên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Hingivîna xemriyî (Lamium purpureum)
-
Nane - Mentha spp.
-
Cleordendron formicarum
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |