Carl Wieman
Carl Edwin Wieman (jdb. 26ê adara 1951ê li Corvallis, Oregon) fîzîknasekî navdar ê DYAyî ye. Sala 2001î bi tevî Eric Allin Cornell û Wolfgang Ketterle, Xelata Nobelê ya Fizîkê wergirtiye.
Carl Wieman | |
---|---|
Jidayikbûn | 26 adar 1951 |
Hevwelatî | Amerîkî |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Xelat |
|
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêrePiştî perwerdeya bilind derfeta berdewamkirinê ji MITê digire. Li zanîngeha Stanford University, sala 1977î dîplomê werdigire. Wekî assîstentprofesor li zanîngeha Michigan kar dike. Sala 1984î li zanîngena Koloradoyê dest bi kar dike. Ji sala 1987î wekî profesor li heman zanîngehê dixebite.
Xebat û girîngiya Wieman
biguhêreLi gelek warên fîzîkê xebitiye û lêkolîn kiriye. Lê bi giranî xwe daye fîzîka germahiyên awarte û extrem. Ew jî yek ji kedkarê avakirina Kondensasyona Bose-Einstein e. Herwiha li ser atom, cemedkirina lazeran, pîvandinên têkûz ên fîzîkê, angaşta qelskirina bandora elektrîkê, cureyên spektrometrîyan hwd jî lêkolîn û xebat pêk aniye.
Xelat û paye
biguhêre- Guggenheim-Stipendium, 1990-1991
- Xelata E.O.-Lawrence a fîzîkê, 1993
- Xelata Davisson-Germer a Civaka fîzîkê ya DYAyê, 1994
- Hilbijartin bo National Academy of Sciences, 1995
- Einstein-Medaille bo zanistiya lazer ji saziya optîk û elekronîka qûantan, 1995
- Richtmyer Memorial Lecture Award der American Association of Physics Teachers, 1996
- Xelata Fritz-London, 1996
- Xelata Newcomb-Cleveland a AAAS, 1996
- Xelata navneteweyî ya zanistiyê ya Key Faysal ê Ereb, 1997
- Xelata zanistiyê ya Bonfils-Staanton Foundation, 1997
- Hilbijartin bo American Academy of Arts & Sciences, 1998
- Lorentz-Medaille a Akademiya keyserî ya Holenda ya hûner û zanistiyê, 1998
- Xelata R.-W.-Wood a Komeleya Optîkî ya DYAyê, 1999
- Xelata Schawlow bo lazerolojî ya Civaka fîzîkê ya DYAyê, 1999
- Benjamin-Franklin-Medaille a fîzîkê ya Franklininstituts, 2000
- Xelata Nobel a fîzîkê, 2001
- National Professor of the Year des Council for Advancement and Support of Education and The Carnegie Foundation, 2004