Gite, Silopî
Xuyakirin
(Ji Gite hat beralîkirin)
Gite Çalışkan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Silopi |
Nahiye | Silopi (navend) |
Binebeş | |
Şaredar | İsa Yiğit (AKP) |
Demografî | |
Gelhe (2012) | 4.406[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°17′46″Bk 42°38′33″Rh / 37.29611°Bk 42.64250°Rh |
Bilindayî | 690 m |
Koda postayê | 73400 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
Gite, Gite Cedîd (1928: غطهء جديد / Guitté djédid; 1946: Gitta; bi tirkî: Çalışkan), gundekî ser Silopiya Şirnexê ye. Gite navê wê yê ku têt zanîn di bîrahiyên kevn de li dev xelkê gundê Gite. Gite dikevit rojhelata qezaya Girgê, Silopiyê.
Gundên hevsinor li gel gundê Gite
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li bakurê rojhelat, gundê Slib (Silibê) û Herbol; li bakurê rojava, gundê Dêresor û Dêredevş û Bêspin; li rojava gundê Kunsera û Kûlya; li başur gundê Dehlik û Hewrêz û Kernê û Kîzzav. Ev çend gund dikevine başurê Kurdistanê.
Gite ji konfederasyona gundên Bêrsoveyan e, ango giteyî bêrsoveyî ne û ji eşîreta Hacî Bedirya ne.
Cihên kevnar li gundê Gite
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kaniya Mêra, Kehniya Mêran, ango ev kanî taybet ya zelaman e.
- Kaniya Jinka, Kehniya Jinikan, ango ev kanî taybet e bo afretan bi tenê.
- Kaniya Sirkkê, Kehniya Sirkê, ava ya cemidî ye li werzê havînê gundiyan ji bo vexwarina xwe an ji kaniyê diînan.
- Kaniya Lîçê, Kehniya Lîçê, ev kanî ji behra pitir avreta bi kar diînat.
- Kaniya Axê, Kehniya Axê, ya ji karkeftî ye.
Ev kanîyên ku me li jor navê wan dest nîşan kirîn hemû kaniyên dîrokî ne û dîroka wan kes nizanit yan ji gundî nizanin ka yên kî serdemîne.
Ziyaretên gundê Gite
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Feqê Kilîs
- Pêlan
- Tirbên Mîra
- Şêx Ehmed
- Ziyaretê mezin
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |