Laîsîzm
Laîsîzm, laîkbûn an laîkparêzî (ji yewnaniya kevn laϊκός laïkós) modeleke destûrî ye, ku li ser prensîba veqetandina dîn û dewletê ye.
Laîsîzm | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Têgîna laïcité di sala 1871an de ji hêla perwerdekarê fransî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Ferdinand Buisson ve hate danîn, yê ku parêzvaniya dibistana bê dîn dikir. Li hin dewletan laîsîzm di makezagonê de cih digire. Çend dewletên din, yên ku piranîya wan rojavayî ne, li gorî destûra xwe eşkere ne laîk in, lê ew cihêbûna dewlet û dîn (dînan) bi dereceyên cuda pêk tînin.
Laîsîzm bi giştî weke şêweyekî rêxistinbûna siyasî tê fêmkirin, ango şêweyekî ku mirov xwe di nava civakê de birêxistin dike. Li gorî vê yekê, divê tu dîn û dêr li ser jiyana giştî ya mirovên di civakê de bandorê neke. Divê dewlet û jiyana giştî bêalî be, ev tê wê wateyê ku tu ti bawerî ji aliyê dewletê ve, ji aliyê siyasî û raya giştî ve nayê îmtiyazkirin. Di nav vê de sembolên wek xaç an jî şarpe hene, ku divê dewlet û rayedarên wê li cihên giştî, ango li kolan û meydanan, li dibistanan an nexweşxaneyan nîşan nedin.
Laîsîzm bi serê xwe ne li dijî dîn e û armanca wê ne êrîşkirina kesên dîndar an jî bawermendan e. Laîsîzm baweriyan wan red nake, lê dîn û mezhebê wekî mijarek taybet dibîne, da ku her kes li gorî dilê xwe bawer bike.
Bi saya alîkariya laîktiyê weke xala herî nizm a hevpar ji bo civakekê, mirovên ji dînên cuda dikarin bi awayeke aştiyane bi hev re bijîn. Divê tu kes ji baweriya kesekî din bandor nebe an jî dev ji dînê xwe berde. Armanc ev e ku rê li pevçûn û nakokiyên dînî bêne girtin. Li şûna wê, azadiya ferdî derkeve li pêş.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |